Du welatiyên Kurd bona cîbicîkirina cezayên xwe bo girtîgehê hatine veguhastin

17:59 - 13 Şibat 2022

Roja Yekşemî 24`ê Rêbendanê, du welatiyên Kurd yên bi navên “Şoreş Ebdullanijad” naskirî bi Umer, temen 39 salî kurê Ebubekir û “Necimedîn Suxenwer” temen 37 salî kurê Resûl û xelkê gundê “Gergola serê”ya girêdayê bajarê Pîranşarê bona cîbicîkirina cezayên xwe bo girtîgeha bajarê Nexedeyê hatine veguhastin.

Li  Xakelêweya îsal de, cezayê girtîgeha wan herdu welatiyan ji aliyê dadgeha pêdaçûnê ve, her wekî xwe hatibû pejirandin.

Ew herdu welatiyên Kurd li 30`ê Befranbara sala 1399`an, ji aliyê dadgeha Şoreş a bajarê Pîranşarê, bi serokatiya dadwer “Ebdullah Aqayî” bi tohmeta “hevkarîkirina digel yek ji partiyên Kurd yên dijberên hikûmeta Îranê” her yek ji wan bi 5 sal girtîgeha te`izîrî hatibûne ceza dan.

Ew du welatiyên Kurd êvareya Yekşemî 25`ê Xezelwera sala 1399`an bi bê hebûna ti belgeyek yasayî ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatibûne binçavkirin û bo lêpirsînê bo yek ji girtîgehên ewlehiyê yên bajarê Urmiyê hatibûne veguhastin.

Ew du welatiyên Kurd ên xelkê bajarê Pîranşarê, piştî bi dawîhatina heyama lêpirsînê di dawiya Sermaweza sala 1399`an, bi danîna barimteyê bi awayek demkî hatibûne azadkirin û di heyama binçavkirinê de, ji mafê “destpêragihîştina bi parêzer û hevdîtin digel malbatên xwe” hatibûne bêparkirin.