Du welatiyên Kurd bona cîbicîkirina cezayê xwe bo girtîgehê hatin veguhastin

16:53 - 13 Çirriya paşîn 2022

Destpêka meha Xezelwera sala 1401`an a Rojî, du welatiyên Kurd ên bi navên “Rehman Xizmetguzar” û “Elî Umerpûr” xelkê bajarê Pîranşarê, bona cîbicîkirina cezayê xwe bo girtîgehê hatin veguhastin.

Ew du welatiyên Kurd ji aliyê dadgeha Şoreş a bajarê Pîranşarê bi serokatiya dadwer “Babayî” bi tohmeta “hevkarîkirin digel yek ji partiyên Kurdî” her yek bi 6 meh girtîgeh hatin cezadan.

Roja Çarşemî 25`ê Reşema sala 1400`an a Rojî, ew du welatiyên Kurd bi danîna barimteya zêde ji girtîgeha bajarê Nexedê hatibûn azadkirin.

Ew du welatiyên Kurd di heyama binçavkirinê de, ji amfê destpêragihîştina bi parêzer û hevdîtin digel malbata xwe hatibûn bêparkirin û bona lêpirsînê bo yek ji girtîgehên ewlehî yên bajarê Urmiyê hatibûn veguhastin.

Ew du welatiyên Kurd piştî bidawîhatina heyama lêpirsînê bo girtîgeha bajarê Nexedê hatibûn veguhastin.

Roja Şemî 9`ê Rêbendana sala 1400`an a Rojî, “Rehman Xizmetguzar” û “Elî Umerpûr”, bi bê hebûna ti belgeyên yasayî ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibûn binçavkirin.