Du welatiyên Kurd bo îdareya Îtila`ata bajarê Sinê hatine veguhastin

17:38 - 27 Kanûna pêşîn 2021

Du welatiyên Kurd ên bi navên “Mihemedmîrza Rehmanî û Burhan Kemanger” xelkê bajarê Kamyaranê piştî binçavkirinê bo lêpirsînê bo girtîgeha îdareya Îtila`ata bajarê Sinê hatine veguhastin.

Pêka gotina çavkaniyek agehdar, ew 2 welatiyane li heyamê binçavkirinê ji destpêregihîştina bi parêzer û hevdîtin digel malbatên xwe hatibûne bêparkirin.

Roja Pêncşemî 2`yê Befranbarê, mamote “Mihemedmîrza Rehmanî” kurê “Derwêş Emîn” û xelkê gundê “Lonsadat”ê ser bi bajarê Kamyaranê piştî axavtin li rêûresma sersaxiya “Heyder Qurbanî”, girtiyê siyasî yê Kurd ku roja Yekşemî 28`ê Sermawezê li girtîgeha bajarê Sinê de hate îdamkirin, bi bê ti belgeyek yasayî ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû binçavkirin.

Herwisa “Burhan Kemanger” roja Pêncşemî 2`ê Befranbarê bi sedema beşdarî li rêûresma sersaxiya “Heyder Qurbanî” di yek ji şeqamên bajarê “Kamêran”ê de bi bê hebûna belgeya yasayî ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû binçavkirin.