Du welatiyên Kurd bo îdareya Îtila`ata bajarê Merîwanê hatine gazîkirin
16:10 - 13 Kanûna pêşîn 2021
Roja Şemî 20`ê Sermawezê, du welatiyên Kurd ên bi navên “Zahid Direxşanî” û “Burhan Direxşanî” xelkê gundê “Nê” yê ser bi bajarê Merîwanê bo îdareya Îtila`ata wî bajarî hatine gazîkirin û lêpirsîn digel wan hate kirin.
Ew du welatiyane piştî çend demjimêr lêpirsîn ji aliyê hêzên ewlehjî ve hatine azadkirin.
Heta dema belavbûna vê nûçeyê, ji sedema gazîkirina wan du welatiyan ti zaniyariyek ji ber dest nîne.