Du welatiyên Kurd bo girtîgeha Mihabadê hatine veguhastin

12:22 - 10 Çirriya paşîn 2020

Roja Duşemî 19ê Xezelwerê, du welatiyên Kurd yên bi navên “Silêman Kerîmpûr û Xalid Mihemedzade” xelkê gundê “Xorxore” yê ser bi bajarê Mihabadê piştî 65 roj binçavkirin li girtîgeha ewlehî a Sipaha Pasdaran bo girtîgeha bajarê Mihabadê hate veguhastin.

Pêka çavkaniyeke agehdar, ew du welatî li dema binçankirinê di girtîgeha ewlehî a Spaha Pasdaran ên li bajarê Mehabad û Urmiyê rastî lêpêçînê hatibûn.

Herwisa wê çavkaniyê gotiye: “Hêzên ewlehî ew du welatî bi tohmeta hevkarîkirin digel yek ji Partiyên Kurd ên opozîsyona hikûmeta Îranê hatine cezadan”.

Ew du welatiyên Mihabadî di dema binçavkirinê de “ji mafê hebûna parêzer û hevdîtin digel malbata xwe bêpar bûne”

Roja Înê 14 Xermananê, ew du welatî li dema karkirin li nav zaviyên xwe de ji aliyê hêzên Spaha Pasdaran ve hatine binçavkirin.