Du welatiyên Kurd bo girtîgeha bajarê Şinoyê hatine veguhastin

16:42 - 13 Adar 2021

Roja Înê 22`ê Reşeme, du welatiyên Kurd yên bi navên Seyîd “Luqman Tahîrî”, xelkê gundê “Pirdawê” û ”Cubreîl Şe`ibanî”, xelkê bajarê Şinoyê piştî bi dawîhatina lipêrsînê li yek ji girtîgehên ewlehî yên bajarê Urmiyê, bo girtîgeha bajarê Şinoyê hatine veguhastin.

Tometa ku bi ser wan du welatiyan de hatiye sepandin “hevkarîkirin digel yek ji Partiyên Kurd yên dijberê hikûmeta Îranê” hatiye ragihandin.

Sibêdeha roja Înê 10`ê Rêbendanê, Seyîd Luqman Tahîrî, bi bê hebûna ti belgeyek yasayî ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû binçavkirin.

Herwisa Şeva Pênşemî 9`ê Rêbendanê, Cubreîl Şe`ibanî, ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû binçavkirin.