Du welatiyên Kurd bi sedema teqeya hêzên Spaha Pasdaranê hatine birîndarkirin

18:34 - 27 Nîsan 2022

Êvareya roja Sêşemî 6`ê Banemerê, du welatiyên Kurd ên bi navên “Usman Weysî” temen 32 salî kurê Xuwakerem û xelkê gundê “Gulçêr” û “Keyvan” naskirî bi “Keyvan Kelewênceyî” xelkê bajarê Merîwanê, bi sedema teqeya hêzên Spahê hatine birîndarkirin.

Pêka gotina çavkaniyek agehdar, ew du welatiyên Kurd bi sedema teqeya hêzên Spahê li nêzîk gundê “Hesenawule” teqe li wan hate kirin û bi awayek dijwar birîndar bûn.

Herwisa wê çavkaniyê got: “Hêzên Spahê li nêzîk gundê “Hesenawule” xwestibûn keresteyên wan du welatiyan zewt bikin û piştî pevçûnê, bi çeka ciftê teqe li “Usman Weysî” kiribûn û piştre bi çeqûyê êrîş kiribûne ser Keyvan Kelewênceyî”.

Wê çavkaniyê di berdewamiya gotinên xwe de ragihand: “Ew du welatiyane piştî veguhastina wan bo nexweşxaneya Bûelî ya bajarê Merîwanê, “Usman Weysî” bi sedema kurahiya birînên wî, bo nexweşxaneya “Tohîd” a bajarê Sineyê hate veguhastin”.

Wê çavkaniyê herwisa ragihand: “Usman Weysî di bin tedawiya pizîşkî de ye û biryar e niştegerî bo wî bê kirin”.

“Usman Weysî” xîzandar û bavê du zarokan e.