Du welatiyên Kurd bi sedema teqeya hêzên leşkerî hatine kuştin

16:48 - 21 Şibat 2021

Şeva Şemiyê 2`ê Reşemeyê, du welatiyên Kurd yên bi navên “Ebûbekir Mihemedî”, temen 36 salî û xelkê gundê “Goreşêr” yê ser bi bajarê Serdeştê û “Eskender Mihemedî”, temen 35 salî û xelkê “Pişder” yê ser bi Herêma Kurdistanê, bi sedema teqe û lipeykevtina hêzên leşkerî yên hikûmeta Îranê canê xwe ji dest dan.

Pêka gotina çavkaniyeke agehdar, ew du welatiyên Kurd, bi sedema teqe û lipeykevtina hêzên leşkerî yên hikûmetê, kevtine nav çemê “Pişkawe” û xendiqîne.  

Herwisa wê çavkaniyê ragihand: “Hêzên leşkerî yên hikûmetê bi gumana hilgirtina tiştên qaçax kevtine pey wan du welatiên Kurd.

Wê çavkaniyê da zanîn: “Termê wan du welatiyan ji aliyê xelkên wê deverê ve hatiye peydakirin”.

“Ebûbekir Mihemedî”, xêzandar û xwediyê zarokekê ye û herwisa “Eskender Mihemedî”, xêzandar û xwediyê du zarokan e.