Du welatiyên Kurd bi sedema dabîn nekirina barimteyê di girtîgeha bajarê Kirmaşanê de hatine ragirtin
17:23 - 2 Şibat 2020
Du welatiyên Kurd yên peyrewa Ola Yarsan yên bi navên “Sîrûs û Nadir Ezîzî”, bi sedema vê ku nekarîn barimteyê dabîn bikin, di girtîgeha Dîzilava ya ser bi bajarê Kirmaşanê de hatine ragirtin.
Çavkaniyeke agehdar tevî piştrastkirina wê nûçeyê ragihand, ew du birane li meha Xezelwera îsal, di meşa kombûna nerizayetiyan de hatine desteserkirin.
Herwisa wê çavkaniyê ewe jî got: “Ew du birane bi sedema endambûna yek ji Partiyên Kurd yên dijberî hikûmeta Îranê hatine tohmetbarkirin”.
“Sîrûs û Nadir Ezîzî” li dema desteserkirina wan heya niha, ji destpêragihîştin bi “parêzer û çavpêketina bi malbata xwe re” bê parin.