Du welatiyên kurd bi salek û şeş meh hatine cezadan

12:21 - 5 Îlon 2019

Ajansa Kurdpa: Du welatiyên Kurd ên xelkê bajar Mako û Bokan, li dadgehên şoreş a wan bajaran de, be salek û şeş meh hatine cezadan.

Pêka nûçeya ku gihîştiye Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, di heyama rojên derbasbûyî de, ciwanekî Kurd ê bi navê “Hemîd Bilixkanlo”, xelkê bajarê Makoyê, ji aliyê dadgeha şoreş a bajarê Urmiyê ve, bi tohmeta “alîkarîkirin digel yek ji Partiyên Kurd ên opozisiyon ên hikûmeta Îranê” bi salek hepis hate cezadan.

Ew welatiyê Kurd, roja Sêşemî 28`ê Cozerdana îsal, li nêzî zanîngeha azad a bajarê Urmiyê, ji aliyê hêzên îtila`atê ve hate desteserkirin û bo cihekî nexûya veguhastin.

Ew welatiyê Kurd di sala 1396`an de, bi tohmeta “çalakiyê siyasî û alîkarîkirin digel yek ji Partiyên Kurd ên opozisiyon ên hikûmeta Îranê” li domkirina xwindinê li zanîngeha Peyamnûr, bê par kiribûn.

Her di vê pêwendiyê de, roja 10`ê Xermanan, welatiyekî Kurd ê bi navê “Ce`ifer Pekend”, temen 50 salî û kurê “Mihemed Salih” û xelkê bajarê Bokanê, bi tohmeta “alîkarîkirin digel yek ji Partiyên Kurd ên opozisiyon ên hikûmeta Îranê” li dadgeha şoreş a wî bajarî, bi şeş meh hepisa te`izîrî hate cezadan.

Ceifer Pekend” roja Çarşemî 19`ê Pûşperê, bi tohmeta “alîkarîkiirn digel yek ji Partiyên Kurd ên opozisiyon ên hikûmeta Îranê” hatibû desteserkirin û bo girtîgeha îdareya îtila`at a bajrê Urmiyê hatibû veguhastin.

 “Ceifer Pekend” roja 15`ê Gelawêjê, piştî dawîhatin li lêkolînê, bi danîna barimteyê bi awayekî demkî hatibû azadkirin.