Du welatiyên Kurd bi girtêgehê hatin cezadan

12:13 - 17 Adar 2022

Roja Duşemî 23´ê Reşemê, du welatiyên Kurd ên bi navên “Emîn Îranîzade” kurê Nasir xelkê gundê “Qasimlo” û “Şêrzad Şewqî Qasimlo” kurê Xalid û xelkê gundê “Mambirahîm” yên girêdayê bajarê Urmiyê, ji aliyê dadgeha Şoreş ve bi girtêgehê hatin cezadan.

Dadgeha Şoreşî ya bajarê Urmiyê ew du welatiyên Kurd bi tohmeta “hewldan li dijî tenahiya netewî ji rêya endambûn li yek ji Partiyên Kurdî” ceza dan û li gor wê cezayê ku bi ser wan hatiye sepandin, “Emîn Îranîzade” bi 2 sal û 6 meh girtîgeh û “Şêrzad Şewqî Qasimlo” bi 3 sal girtîgehê, hatine cezadan.

Roja Şemî 6´ê Xermananê, ew du welatiye bi danîna barimteyê bi awayê demkî heta dema dadgehîkirinê ji girtîgeha bajarê Şinoyê hatibûne azadkirin.

Ew du welatiyane piştî bi dawîhatina heyama lêpirsînê li yek ji girtîgehên ewlehî yên bajarê Urmiyê bo girtîgeha bajarê Şinoyê, hatibûne veguhastin.

Roja Duşemî 14´ê Pûşperê, hêzên ewlehî bi bê hebûna ti belgeyên yasayî “Emîn Îranîzade” û herwisa roja Yekşemî 23´ê Pûşperê, “Şêrzad Şewqî Qasimlo”, binçav kiribûn û bo lêpirsînê bo yek ji girtîgehên ewlehî yên bajarê Urmiyê veguhastibûn.

Ew du welatiyên kurd di heyama binçavkirinê de, ji mafê “hevdîtin digel malbatên xwe û destpêregihîştina bi parêzer” hatibûne bêparkirin.