Du welatiyên Kurd bi gelemper bi 10 meh girtîgehê hatine cezadan
Di heyama çend rojên derbasbûyî de, du welatiyên Kurd ên bi navên “Ehed Mewlûdî” kurê Mutelib û xelkê gundê “Yûnisliyan” û “Husên Xelyanî” kurê Xusrew û xelkê gundê “Koyîk” yê girêdayê bajarê Nexedê, ji aliyê dadgeha Şoreş a wî bajarî ve, her yek ji wan bi 5 meh girtîgeha te`izîrî hatine cezadan.
Pêka gotina çavkaniyeke agehdar, ew du welatiyên Kurd bi tohmeta “piropagende li dijî nizamê û li berjewendiyên yek ji Partiyên Kurdî” ji aliyê dadgeha Şoreş a bajarê Nexedê ve hatine cezadan.
Roja Duşemî 20`ê Befranbara sala derbasbûyî, ew du welatiyane bi danîna barimteyê li yek ji girtîgehên ewlehî yên bajarê Nexedê hatibûne azadkirin.
Roja Sêşemî 14`ê Befranbara sala 1400`an, hêzên ewlehî bi bê hebûna ti belgeyên yasayî ew du welatiyên Kurd binçav kiribûn.