Du welatiyên Kurd bi danîna barmteyê hatine azad kirin

13:01 - 13 Tebax 2021

Roja Çarşemî 20ê Gelawêjê, du welatiyên Kurd ên bi navên “Xurşîd Îbrahîmî” xelkê gundê “Zêwe” û “Celal Îbrahîmî” xelkê gundê “Berdekeşk”ê ser bi devera “Dizê ya Dollê” bi danîna barimteyê ji yeke ji girtîgehên ewlehî yên bajarî hatine azad kirin.

Ew du welatîyane bi danîna barimteyê heta dema dadgehî kirinê, bi awayê demkî hatine azad kirin.

Heta niha li tohmeta ku bi ser “Celal û Xurşîd Îbrahîmî” de hatine sepandin ti zaniyariyek li ber dest nîne.

Sibeha roja Yekşemî 20 Gelawêjê, hêzên ewlehî êrîş kirine ser mala wan du welatiyan û bi bê hebûna ti belgeyeke yasayî ew binçav kirine û bo lêpirsînê bo yek ji girtîgehên ewlehî yên bajarê Urmiye veguhastin.