Du welatiyên Kurd bi danîna barimteyê ji girtîgrhê hatine berdan

18:28 - 14 Îlon 2020

Roja Yekşemî 23`ê Xermananê, welatiyekî Kurd yê bi navê “Şerîf Emînî” kurê “Ehmed”, xelkê gundê “Şuwê” a ser bi bajarê Baneyê, bi danîna barimteya 100 milyon tumenî bi awayekî demkî hate berdan.

Pêka gotina çavkaniyeke agehdar, ew welatiyê Kurd piştî lêkolînê bo girtîgeha îdareya îtila`at a bajarê Sineyê hatibû veguhastin û hêzên ewlehî navbirî bi alîgirê yek ji Partiyên Kurd yên dijberî hikûmeta Îranê tohmetbar kiribûn.

Herwisa wê çavkaniyê ragihand: “Ew welatiyê Kurd di heyama binçavkirinê de, ji girtina parêzer bê par bû.

Ji aliyekî din û her di vê rojê de, ciwanekî xelkê bajarê Şinoyê yê bi navê “Yûnis Xizrî” kurê “Mistefa”, temen 22 sal û xelkê gundê “Pûşava” a ser bi wî bajarê, ji girtîgeha îdareya îtila`at a bajarê Urmiyê bi danîna barimteya 300 milyon tumenî hate serbestkirin.

Di meha Gelawêjê de ew ciwane bi bê hebûna ti belgeyekî yasayî ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû binçavkirin.