Du welatiyên Kurd bi danîna barimteyê ji girtîgeha Êvînê hatine azadkirin

16:19 - 29 Kanûna Paşîn 2020

Du welatiyê Kurd yên bi navên “Şapûr Hebîbî” Kurê Îsa û “Ferzîn Rostemî” kurê Elî, xelkê gundê “Ewêheng” a ser bi bajarê Sineyê, bi danîna barimteyê ji girtîgeha Êvînê hatine azadkirin.

Ew du welatiyên Kurd, roja Şemî 4`ê Befranbarê, di bajarê Demawend a ser bi bajarê Tehranê ji aliyê hêzên Îtila`atê ve hatibûne desteserkirin û piştre bo girtîgeha bajarê Êvînê hatibûne veguhastin.

Ew du welatiyên Kurd, di heyama desteserkirina xwe de ji destpêragihîştin ji parêzer û ji dîtina malbatên xwe bêpar bûn.