Du welatiyên Kurd bi danîna barimteyê hatine berdan

18:37 - 21 Kanûna pêşîn 2020

Roja Duşemî 1ê Befranbarê, welatiyekî Kurd yê bi navê “Bêhzad Telayî” 27 salî û xelkê gundê “Enbê” ê girêdayê devera Tirgewer û rûniştiyê bajarê Urmiyê bi danîna barimteya 500 milyon Tumenî bi awayekî demkî ji girtîgeha bajarê Urmiyê hate azadkirin.

Roja Çarşemî 23ê Rezberê, “Bêhzad Telayî” piştî bi dawîhatina lêkolînê ji girtîgeha îdareya Îtilaatê bo girtîgeha navendî a bajarê Urmiyê hate veguhastin.

Roja Duşemî 28ê Rezberê, ew welatiyê Kurd ji benda rawêj a girtîgeha bajarê Urmiyê bo benda girtiyên siyasî a wê girtîgehê hate veguhastin.

Tohmeta ku bi ser wî welatiyê Kurd de hatiye sepandin “endambûn digel girûpên olî” bûye.

“Bêhzad Telayî” roja Pêncşemî 10ê Rezberê bi bê hebûna ti belgeyekî yasayî ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû binçavkirin.

Ji aliyekî din ve, roja Yekşemî 30ê Sermawezê, welatiyekî Kurd yê bi navê “Welî Qelwezî” û xelkê bajarê Sineyê bi danîna barimteya 200 milyon Tumenî ji girtîgeha wî bajarî hate serbestkirin.

Ew welatiye 29ê Sermawezê piştî bi dawîhatina lêkolînê ji girtîgeha îdareya Îtilaata bajarê Sineyê bo girtîgeha navendî a wî bajarî hate veguhastin.

Ew welatiyê xelkê bajarê Sineyê heyama 21 rojan ji “peywendiya telefonî digel malbata xwe” bêpar bû û derheq tohmeta ku bi ser wî welatiyê Kurd de hatiye sepandin ti zanyariyek ji ber dest de nîne.

Roja Yekşemî 9ê Sermawezê, “Welî Qelwezî” ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû binçavkirin û bo girtîgeha îdareya Îtilaata bajarê Sineyê hatibû veguhastin.