Du welatiyên Kurd bi danîna barimteyê hatine azadkirin

17:05 - 23 Kanûna Paşîn 2022

Roja Pêncşemî 30ê Befranbarê, du welatiyên Kurd ên bi navên “Serheng Elîzade” kurê Riza û “Ferzîn Ebdullahzade” kurê “Xalid” xelkê gundê “Koyîk” ê girêdayê bajarê Nexedeyê, bi danîna barimteyê ji girtîgeha wî bajarî hatine azadkirin.

Navbiriyan her yek ji wan bi danîna barimteya 800 milyon Tumenî bi awayek demkî heta dema dadgehîkirinê hatine azadkirin.

Roja Yekşemî 28ê Sermawezê, hêzên ewlehî bi bê hebûna ti belgeyek yasayî ew du welatiyên Kurd binçav kiribûn û bo lêpirsînê bo yek ji girtîgehên ewlehî li bajarê Nexedeyê veguhastibûn.

Ew du welatiye piştî bi dawîhatina lêpirsînê bo girtîgeha bajarê Nexedeyê hatibûne veguhastin.

Hêzên ewlehî ew du welatiyane bi tohmeta “hevkarî digel yek ji Partiyên Kurdî yên dijberê hikûmeta Îranê” binçav kiribûn.