Du welatiyên Kurd bi danîna barimteyê hatine azadkirin

17:33 - 11 Kanûna Paşîn 2022

Roja Duşemî 20ê Befranbarê, du welatiyên Kurd ên bi navên “Ehed Mewlûdî”, kurê “Mutelib”, xelkê gundê “Wênisliyan”ê û “Husên Xelyanî”, kurê “Xusrew”, xelkê gundê “Koyîk” ê ser bi bajarê Nexedeyê, bi danîna barimteyê li yek ji girtîgehên ewlehî yên wî bajarî hatine azadkirin.

Ew du welatiyane bi danîna barimteyê bi awayek demkî heta dawiya qonaxên dadresiyê ji girtîgehê hatine azadkirin.

Roja Sêşemî 14ê Befranbarê, hêzên ewlehî bi bê hebûna ti belgeyek yasayî ew du welatiyane binçav kiribûn.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, ji sedema binçavkirin û tohmeta ku bi ser wan du welatiyên Kurd de hatine sepandin, ti zaniyariyek ji ber dest nîne.