Du welatiyên Kurd bi danîna barimteyê hatine azadkirin

16:44 - 12 Kanûna pêşîn 2021

Roja Şemî 20`ê Sermawezê, du welatiyên Kurd ên bi navên “Ebdullrehman Efşar û Ebdullrehman Eştek” ên xelkê gundê “Nê” yê ser bi bajarê Merîwanê, bi danîna barimteyê ji girtîgeha wî bajarî hatine azadkirin.

Ew du welatiyane her yek bi danîna barimteya 500 milyon Tumenî û bi awayekî demkî heta dema dadgehîkirinê ji girtîgeha bajarê Merîwanê hatine azadkirin.

Tohmeta “hevkarîkirin digel yek ji Partiyên Kurdî yên dijberî hikûmeta Îranê” li ser wan du welatiyan sepandine.

Roja Pêncşemî 11`ê Sermawezê, ew du welatiyane piştî bi dawîhatina heyama lêpirsînê li yek ji girtîgehên ewlehî, bo girtîgeha bajarê Merîwanê hatibûne veguhastin.

Ew du welatiyane di heyama binçavkirinê de li “destpiragîhîştin bi parêzer” û “çavpêkevtin digel malbatên xwe”, hatibûne bêparkirin.

Sibêdeha roja Şemî 22`ê Xezelwerê, “Ebdullrehman Efşar” û “Ebdullrehman Eştek”, bi bê hebûna ti belgeyek yasayî ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibûne binçavkirin.