Du welatiyên Kurd bi danîna barimteyê hatine azadkirin

18:29 - 28 Tebax 2021

Roja Şemî 6`ê Xermananê, du welatiyên Kurd ên bi navên “Emîn Îranîzade”, kurê Nasir, xelkê gundê “Qasimlo” ê ser bi bajarê Urmiyê û “Sîrzad Şoqî Qasimlû”,kurê Xalîd, xelkê gundê “Mam Birahîm” ê ser bi bajarê Urmiyê, bi danîna barimteyê ji girtîgeha bajarê Şinoyê hatine azadkirin.

Ew du welatiye bi danîna barimteyê heya dema dadgehîkirina wan hatine azadkirin.

“Emîn û Şîrzad”, piştî bidawîhatina heyanma lipêrsîna wan li yek ji girtîgehên ewlehiyên bajarê Urmiyê, bo girtîgeha bajarê Şinoyê hatibûne veguhastin.

Roja Dûşemî 14`ê Pûşperê, hêzên ewlehî bi bê hebûna ti belgeyeke yasayî “Emîn Îranîzade” binçavkiribûn û navbirî bo lipêrsînê bo yek ji girtîgehên ewlehî yên bajarê Urmiyê veguhastibûn.

Herwisa roja Yekşemî 20`ê Pûşperê, “Şîrzad Şoqî Qasimlû”, bi bê hebûna ti belgeyeke yasayî ji aliyê hêzên ewlehî ve li bajarê Urmiyê hatibû binçavkirin û bo lipêrsînê bo yek ji girtîgehên ewlehî yên wî bajarî veguhastibûn.

Ew du welatiye di heyama binçavkirinê de li “destpiragihîştin bi parêzer” û “çavpêkevtin digel malbata xwe” hatibûne bêparkirin û heya niha ji sedema binçavkirin û tohmeta ku bi ser wan de hatiye sepandinê, ti zanyariyek ji ber dest nîne.