Du welatiyên Kurd bi danîna barimteyê hatine azadkirin

17:45 - 26 Tebax 2021

Roja Pênşemî 4`ê Xermananê, du welatiyên Kurd ên bi navên “Emîr Rizayî” kurê Cemîl û “Areş Ehmedî” kurê Nasir xelkê gundê “Tengîser”ê ser bi devera Jawero ya bajarê Sineyê, bi danîna barimteyê ji girtîgeha wî bajarî hatine azadkirin.

Ew du welatiye bi danîna barimteyê bi awayeke demkî heya qunaxa dawîya qonaxên dadgehîkirinê hatine azadkirin.

Ew du welatiye roja Çarşemî 3`ê Xermananê piştî bi dawîbûna lipêrsînê ji girtîgeha Îtla`ata bajarê Sineyê bo girtîgeha wî bajarî hatibûne veguhastin.

Ew du welatiye di dema binçavkirinê de ji “destpiragihîştin bi parêzer” û “ çavpêkevtin digel malbata xwe” hatibûne bêparkirin.

Roja Sêşemî 7`ê Banemerê, hêzên ewlehî bi bê hebûna ti belgeyeke yasayî ew du welatiye binçavkiribûn û bo lipêrsînê bo girtîgeha îdareya Îtla`ata bajarê Sineyê veguhastibûn.

Emîr Rizayî di meha Befranbara sala 1399an de bo îdareya îtila`ata Sineyê hatibû bangkirin û lêpirsîn ji wî hatibû kirin.

Heta niha ji sedema binçavkirin û tohmeta ku bi ser wan 2 welatiyan de sepandine, ti zaniyariyek li berdest nîne.