Du welatiyên Kurd bi danîna barimteyê hatine azadkirin

11:48 - 8 Kanûna pêşîn 2020

Roja Duşemî 17ê Sermawezê, du welatiyên Kurd yên bi navên “Vahîd Ebasnijad û Rehman Resûlî” xelkê bajarê Baneyê bi danana barimteyê bi awayekî demkî hatine azadkirin.

Roja Şemî 1ê Sermawezê “Vahîd Ebasnijad” temen 35 salî kurê “Osman” xelkê gundê “Kewpêç a Xwarê” yê ser bi bajarê Baneyê ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû binçavkirin.

Roja Çarşemî 5ê Sermawezê “Rehman Resûlî” kurê “Rehîm” temen 45 salî xelkê gundê “Bilesen” yê ser bi bajarê Baneyê ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû binçavkirin.

Heya niha ti zanyariyek hûr li ser tohmeta ku bi ser wan welatiyan de hatiye sepandin ji ber dest de nîne.