Du welatiyên Kurd bi danîna barimteyê hatine azadkirin

12:32 - 26 Çirriya paşîn 2020

Roja Çarşemî 5ê Sermawezê du welatiyên Kurd yên bi navê “Saman Esedhekîm û Mihemed Şefîzade” xelkê gundê “Dêweznav” yê ser bi bajarê “Sewlavayê” bi danîna barimteyê hate azadkirin.

 Hêzên ewlehî roja Yêkşemî 11ê Xezelwerê, êrîş kirine ser mala wan du welatiyan û bi bê hebûna ti belgên yasayî ew du welatî binçav kirin.

Ew du welatî bo jêpirsînê bo girtîgeha îdareya Îtilaat a bajarê Merîwanê hatibûne veguhastin.

Ew du welatî xêzandar in û heta niha ti zanyariyek li derheq tohmeta ku bi ser wan de hatiye sepandin ji der dest nîne.