Du welatiyên Kurd bi danîna barimteyê hatin azadkirin

18:13 - 11 Çirriya pêşîn 2022

Roja Duşemî 18`ê Rezberê, du welatiyên Kurd ên bi navên “Rêbwar Talibî” kurê Kemal û “Mihemed Şerîfpûr Bayendere” kurê Mihemedemîn xelkê bajarê Banê, her yek ji wan bi danîna barimteya 300 milyon Tumenî ji girtîgeha wî bajarî, hatin azadkirin.

Ew du welatiyên Kurd heta dema dadgehîkirinê bi awayek demkî ji girtîgeha bajarê Banê, hatin azadkirin.

Hêzên ewlehî ew du welatiyên Kurd bi tohmeta “hevkarîkirin digel yek ji partiyên Kurd” ceza dabûn.

Ew du welatiyên Kurd, roja 30`ê Pûşperê li çarêya “Salihava” ya bajarê Banê, bi bê hebûna ti belgeyên yasayî ji aliyê hêzên Îtila`ata Spahê hatibûne binçavkirin û bo lêpirsînê, bo girtîgeha wê navendê li bajarê Sinê, hatibûn veguhastin.

Ew du welatiyên Kurd piştî bi dawîhatina heyama lêpirsînê bo girtîgeha bajarê Banê hatibûne veguhastin û di vê heyamê de, ji mafê “destpêragihîştina bi parêzer û hevdîtin digel malbatên xwe” hatibûne bêparkirin.