Du welatiyên Kurd bi danîna barimteyê bi awayekî demkî hatine azadkirin

16:34 - 1 Adar 2021

Roja Yekşemî 10ê Reşemê, du welatiyên Kurd yên bi navên “Kemal Qoytasî”, xelkê gundê “Çişmegol” û “Rehman Yûsifî”, xelkê gundê “Sewce”, bi danîna barimteyê heta bi dawîhatina  qonaxa dadresiyê ji girtîgeha bajarê Şinoyê hatine azadkirin.

“Kemal Qoytasî” roja Pêncşemî 7ê Reşemê û “Rehman Yûsifî” destpêka meha Reşemê piştî dawiya lêpirsîna wan li yek ji girtîgehên ewlehî ji bajarê Urmiyê bo girtîgeha bajarê Şinoyê hatibûne veguhastinê.

Ew du welatiyên Kurd, roja Duşemî 24ê Sermawezê, bi bê hebûna ti belgeyekî yasayî ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû binçavkirin û piştre bo lêkolînê bo yek ji girtîgehên ewlehî li bajarê Urmiyê hatibûne veguhastin.

Ew du welatiyên Kurd bi tohmeta “hevkarîkirin digel yek ji Partiyên Kurdî yên dijberê hikûmeta Îranê” hatibûne binçavkirin.

Ew du welatiyên Kurd di heyama binçavkirina xwe de ji “Destpêragihîştin bi parêzer û çavpêkevtin digel malbatên xwe” hatibûne pêparkirin.