Du welatiyên Kurd bi 10 sal girtina tezîrî hatine cezadan

17:18 - 8 Şibat 2021

Du welatiyên Kurd yên bi navên “Haşim Muradî” û “Îsmaîl Mihemedpûr” xelkê gundê “Şînavê” yê ser bi bajarê Pîranşarê her yek ji wan ji aliyê dadgeha Înqilab ya wî bajarî ve bi 5 sal girtîgeha tezîrî hatine cezadan.

Dadgehê ew du welatiyên Kurd bi tohmeta “hevkarîkirin digel yek ji partiyên Kurdî yên opozîsyona hikûmeta Îranê” ceza dane û cezaya wan di heyama rojên derbasbûyî de bi wan re hatiye ragihandin.

“Haşim Muradî” li dawiya meha Xezelwera Îsal bo îdareya Îtilaata bajarê Pîranşarê hatibû gazîkirin, û piştî gazîkirinê hatibû binçavkirin û roja Şemî 8ê Sermawezê piştî bi dawîhatina heyama lêpêçîna wî bi danîna barimteyê bi awayekî demkî hatibû azadkirin.

“Îsmaîl Mihemedpûr” şeva Yekşemî 25ê Xezelwera îsal bi bê hebûna belgeyên yasayî ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû binçavkirin û roja 8ê Sermaweza îsal piştî bi dawîhatina heyama lêpêçîna wî bi danîna barimteyê bi awayekî demkî ji girtîgehê hatibû azadkirin.