Du welatiyên “Kamêranî” ji aliyê hêzên ewlehî ve hatine binçav kirin

17:28 - 25 Kanûna pêşîn 2021

Roja Pêncşemî 2ê Befranbarê, 2 welatiyên Kurd ên bi navên “Sîrwan Qurbanî” û “Burhan Kemanger” xelkê bajarê “Kamêran”ê ji aliyê hêzên ewlehî ve hatine binçavkirin û bo cihek nexuya hatine veguhastin.

Hêzên ewlehî ew du welatiyên Kurd bi bê hebûna belgeyên yasayî di yek ji şeqamên bajarê “Kamêran”ê de binçav kirine.

Hêzên ewlehî sedema binçavkirina wan du welatiyên Kurd bi beşdarî di rêûresma sersaxiya şehîd “Heyder Qurbanî” girtiyê siyasiyê Kurd dane zanîn ku roja Yekşemî 28ê Sermawezê li girtîgeha bajarê “Sine”yê de hatibû îdam kirin.

Heta dema belavkirina, vê nûçeyê, ji qeder û cihê ragirtina wan 2 welatiyên Kurd ti zaniyariyek li ber dest nîne.

Wêne: Sîrwan Qurbanî û Burhan Kemanger