Du welatiyên gundê “Gelên”a Jawerojya Sine, ji aliyê Hêzên Itila’atê ve hetine binçevkirin

16:46 - 11 Tîrmeh (Temûz) 2012
Ajansa Kurdpa: 2 genc, xelkên gundê Gelên a girêdayî herêma Jaweroya Sine, ji aliyê Hêzên Itila’ata Komara Islamiya Îranê ve hatin binçevkirin.

Li gor rapora Ajansa Nûçeyiya Kurdpa, roja duşembê, Hemze Keremî kurê Mihemed temen 22 salî û xelkê gundê Gelênê hatiye dest bi serkirin.

Di wê raporê de hatiye ku roja sêşembê berwar 20’ê pûşperê, Hêzek zafe Itila’atî ketin nav mala bavê Hemze û birayê wî bi navê ferşad temen 18 salî binçev kirn.

Heya belavbûna wê nûçeyê, sedema binçevkirina wan du welatiyan ne xuya ye.

Pêpka amarên tomarkirî li Navenda Amarên Kurdpa, li heyamê 21 rojên bihorî de 58 welatî bi egera çalakiyên siyasî, civakî, sivîlî, çandî û mefên mirovan hatine binçevkirin.

Ev amara han ji aliyê Navenda Amarên Nûçegihaniya Kurdpa hatiye weşandin û egera viya jî heye ku amarên rastîn li viya zaftir bin.