Du welatiyên din yên xelkê bajarê Merîwanê hatine binçavkirin

18:05 - 12 Kanûna Paşîn 2021

Roja Yekşemî 21ê Befranbarê, welatiyekî Kurd yê bi navê “Cebar Pîrozî” xelkê bajarê Merîwanê ji aliyê hêzên ewlehî ve hate binçavkirin.

Hêzên ewlehî bi bê hebûna ti belgeyekî yasayî êrîş birine ser mala wî welatiyê Kurd û navbirî binçavkirin.

 “Cebar Pîruzî” bo lêkolînê bo yek ji girtîgehên ewlehî yên bajarê Sineyê hatiye veguhastin.

Ji aliyekî din ve, roja Çarşemî 17ê Befranbarê, hêzên ewlehî êrîş birine ser mala “Selman Edvayî” rûniştiyê bajarê Merîwanê û bi bê hebûna ti belgeyekî yasayî navbirî binçavkirin.

Ew welatiyê Kurd piştî binçavkirinê bo cihekî nexuya hate veguhastin.

Heya dema belavkirina wê nûçeyê, ji sedema binçavkirin û tohmeta ku bi ser wî du welatiyê Kurd hatiye sepandin ti zanyariyek ji ber dest de nîne.