Du welatiyên din li bajarê Şinoyê hatine binçavkirin

17:10 - 1 Şibat 2021

Roja Şemî 11ê Rêbendanê, du welatiyên Kurd yên bi navên “Wahîd Şêx Mihemedî” xelkê gundê “Alîavê” û “Ferdîn Bayezîdî” xelkê bajarê Şinoyê ji aliyê hêzên ewlehî ve hatine binçavkirin û bo cihek nexuya hatine veguhastin.

Hêzên ewlehî bi bê hebûna belgeyên yasayî êrîş kirine ser mala “Wahîd Şêx Mihemedî” û piştî vekolîna mala wî, ew welatî binçav kirine.

Herwisa “Ferdîn Bayezîdî” ji rêya bajarê Şino_Nexedê ve, bi bê hebûna belgeyên yasayî hatiye binçavkirin.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, ji sedema binçavkirin û tohmeta ku bi ser wan welatiyan de hatiye sepandin ti zaniyariyek ji ber dest nîne.