Du welatiyên din li bajarê Mihabadê hatine binçavkirin

17:43 - 12 Kanûna Paşîn 2021

Roja Şemî 20ê Befranbarê, du welatiyên Kurd yên bi navên “Îman Ebdî” û “Soran Husênzade”, xelkê bajarê Mihabadê, ji aliyê hêzên ewlehî ve hatine binçavkirin.

Pêka gotina çavkaniyekî agehdar, hêzên ewlehî bi bê hebûna ti belgeyekî yasayî, “Îman Ebdî” di dukana telefon firoşiya xwe de hate binçavkirin û bo cihekî nexuya hatiye veguhastin.

Herwisa wê çavkaniya agehdar ragihand: Herwisa “Soran Husênzade” ku karê şanoyê dike, bi bê hebûna ti belgeyekî yasayî ji aliyê hêzên ewlehî ve hatiye binçavkirin.

Heya niha lipeykevtina malbata wan du welatiyên Kurd bo agehdarbûn ji qedera kurên xwe bê encam mane.

Heya dema belavkirina wê nûçeyê, ji qeder û tohmeta ku bi ser wan du welatiyan de hatiye sepandin ti zanyariyek li ber dest de nîne.

Roja Şemî 20ê Befranbarê hewdem digel binçavkirina wan du welatiyên Kurd, 5 welatiyên din yên bi navên “Salar Rehewî, Deriya Talebanî, Şepol Xizirî, Efşîn Mamehmedî û Sîrwan Nûrî” li bajarê Mihabadê ji aliyê hêzên ewlehî ve hatine binçavkirin.