Du welatiyên din ji aliyê hêzên ewlehî ve hatine binçavkirin

17:02 - 5 Kanûna Paşîn 2022

Roja Sêşemî 14ê Befranbarê, du welatiyên Kurd ên bi navên “Ehed Mewlûdî”, kurê “Mutelib”, xelkê gundê “Vênsiliyan”ê û “Husên Xelyanî”, kurê “Xusrew”, xelkê gundê “Koyîk”ê ser bi bajarê Nexedeyê, ji aliyê hêzên ewlehî ve hatine binçavkirin.

Hêzên ewlehî ew du welatiyên Kurd bi bê hebûna ti belgeyek yasayî binçav kirine û bo cihek nexuya veguhastine.  .

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, ji sedema binçavkirin û tohmeta ku bi ser wan du welatiyên Kurd de hatine sepandin, ti zaniyariyek li ber dest nîne.

Dî wê derheqê de, roja Sêşemî 14ê Befranbarê, welatiyek Kurd ê bi navê “Çeko Qelenderî”, kurê “Husên” û xelkê gundê “Koîyk”ê ser bi bajarê Nexedeyê, ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû binçavkirin û piştre bo cihek nexuya hatiye veguhastin.