Du welatiyên bajarê Bokanê bo yek ji girtîgehên Urmiyê hatin veguhastin

17:09 - 27 Kanûna Paşîn 2021

Du welatiyên Kurd yên bi navên “Qadêr Resûlpûr”, xelkê bajarê Bokanê pêştî binçavkirinê ji aliyê hêzên ewlehî ve bo lêpêçînê bo yek ji girtîgehên ewlehî yên bajarê Urmiyê hatine veguhastin.

Ew du welatî, ji rêya peywendiya telefonî ve bi malbatin xwe re ragihandin ku bo lêpêçînê bo yek ji  girtîgehên bajarê Urmiyê hatine veguhastin.

Roja Çarşemî 1ê Rêbendanê, hêzên ewlehî êrîş kirine ser gundê “Alîkend”ê yê ser bi bajarê Bokanê û “Qadir Resûlpûr” bi bê hebûna ti belgeyek yasayî binçav kiribûn.

Ew welatiyê Kurd, girtiyê siyasî yê salên 60`ê ya Rojî bûye û navbirî bo heyama 6 salan di girtîgehê de bûye.

Herwisa hêzên ewlehî li dema binçavkirina “Qadir Resûlpûr”, şûşeyên der û pencereyên mala navbirî şikandibûn.

Herwisa şeva Sêşemî, 30ê Befranbarê, “Mihemed Hacîresûlpûr”, li cihê karê xwe bi bê hebûna ti belgeyekî yasayî ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû binçavkirin.  

Hêzên ewlehî li dema binçavkirina wî welatiyê, hin ji keresteyên kesî yên navbirî wekî kampiyûtêr, telefon û herwisa fîlma kamêraya çavedêrî ya cihê karê navbirî digel xwe biribûn.

Heya dema belavbûna vê nûçeyê, ji sedema binçavkirin û tohmeta ku bi ser wan 2 welatiyên Kurd de hatiye sepandin, ti zanyariyek ji ber dest nîne.