Du welatiyên bajarê banê qedera wan nediyar e

17:15 - 31 Çirriya pêşîn 2019

Ajansa Kurdpa: Du welatiyên Kurd yên xelkê bajarê bane, piştî destdeser kirinê, qedera wan nediyar e.

Li gor rapora gihîştiye Ajansa Nûçegehaniya “Kurdpa”yê, li qedera welatiyek Kurd yê bi navê “Azad Rehmetî” ê temen 39 salî û kurê Ebûbekir yê xelkê bajarê Bane, ti zanyarîyek li ber dest nîne.

Ew welatiyê Kurde, roja Şemî 20`ê Rezberê, piştî kombûna narizayetiya welatiyan li bajarê Banê, li derheq êrîşa Tirkiyê bo ser Rojavayê Kurdistanê, desteser kirin û bo cihekî nexûya hatine veguhastin.

Pêka gotina çavkaniyeke agehdar, “heya niha li pey ketina malbata wî welatiyê Kurd, bo agedarbûn li qedera kurê xwe bê encam mane.

Herwisa wê çavkaniyê got: “Hêzên îtila`atê heya niha sebeba desteser kirina wî welatiyê Kurd bi malbata wî re ranegihandine.

Ji aliyek din ve jî, qedera welatiyek din yê xelkê bajarê Bane, yê bi navê “Huşyar Şe`ibanî nexûyaye.

Ew welatiyê Kurd, roja Duşemî 22`ê Rezberê, ji aliyê hêzên îtila’atê ve hatibû desteserkirin û bo cihekî nediyar hate veguhastin.

Heya niha li pey ketina malbata Şe`ibanî bo agedarbûn li qeder û sebeba desteser kirina kurê xwe, bê encam mane.