Du welatiyê din yên xelkê bajarê Bokanê hatine binçavkirin

18:43 - 7 Tîrmeh (Temûz) 2020

Roja Duşemî 6`ê Tîrmehê, du welatiyên Kurd yên bi navên “Ehmed Nasirî û Celal Nasirî” ji aliyê hêzên ewlehî ve hatine binçavkirin.

Pêka gotina çavkaniyekî agehdar, hêzên ewlehî êrîş birine ser mala ew du welatiyên Kurd, di devera “Mîrava” a ser bi bajarê Bokanê û bi bê hebûna ti belgeyekî yasayî ew du welatiyên Kurd  binçavkirin.

Herwisa wî çavkaniya agehdar ragihand: “Celal Nasirî” piştî çend demjimêr lêkolîn hate azadkirin, lê “Ehmed Nasirî” di girtîgeha îdareya îtila`at a bajarê Bokanê de ye.

Heya niha ji sedema binçavkirina ew du welatiyên Kurd ti zanyariyek ji ber dest de nîne.

Her diu wê derheqê de, êvareya roja Yekşemî 15`ê Pûşper, ciwanekî Kurd yê bi navê “Îbrahîm Rehmanî”kurê “Ezîz” û xelkê gundê “Ebasava” a ser bi bajarê Bokanê, ji aliyê hêzên ewlehî ve hate binçavkirin.