Du welatî li Kirmaşanê bi sedema teqîna mînê canê xwe ji dest dan

18:06 - 1 Gulan 2021

Roja Pêncşemî 9`ê Banemerê, 2 welatiyên Kurd ên bi navên “Mihemed Resûl Rehîmî û Mihemed Bazwend” ên xelkê bajarê Kirmaşanê, bi sedema teqîna mîn li nav hesinan de, canê xwe ji dest dane.

Ew 2 welatiyên Kurd, li taxa “Hafizî” ya Kirmaşanê de mijûlê kirîn û firotina kelûpelên hesinî bûne ku li dema helandina hesinan de tûşî wê bûyerê bûne.

Bi piştrastkirin bi amarên tomarkirî li Navenda Amarî a Saziya Mafê Mirovî a “Kurdpa”yê, li despêka sala 1391`an de heta dawiya sala 1399`an, bi gelemper 358 kesên sivîl li Rojhilatê Kurdistanê bûne qurbaniyê teqîna mîn û alavên şer; Bi gelemper, 94 welatî hatine kuştin û 264 welatiyên din jî birîndar bûne.

 

Ev amar bi piştrastkirin bi amarên tomarkirî li Navenda Amarî a Rêkxirava Mafê Mirov a “Kurdpa”yê, tê belavkirin û amara rastîn gelek ji wê amarê zêdetir e.