Du welatî li bajarên Şino û Seqizê hatine binçavkirin

18:07 - 21 Îlon 2021

Roja Yekşemî 28`ê Xermananê, welatiyekî Kurd ê bi navê “Hesen Qudretî”, temen 45 salî, kurê Hacî Xizir û rûniştiyê bajarê Şinoyê, ji aliyê hêzên ewlehî ve hate binçavkirin.

Hêzên ewlehî ew welatiye bi bê hebûna ti belgeyekî yasayî binçavkirine û piştre bo lêpirsînê, bo yek ji girtîgehên ewlehî li bajarê Urmiyê veguhastine.

 “Hesen Qudretî”, xîzandar û xwediyê 5 zarokan e.

Ji aliyeke din ve, roja Şemî 27`ê Xermananê, welatiyek ê bi navê “Xerîb Şerîfzade”, xelkê bajarê Seqizê, ji aliyê hêzên ewlehî ve hate binçavkirin û bo cihekî nexuya hate veguhastin.

Hêzên ewlehî ew welatiye bi bê hebûna ti belgeyekî yasayî binçavkirine û di dema binçavkirinê de navbirî kutane û îşkence kirine.

“Xerîb Şerîfzade”, di sala 1396`an de jî bi tohmeta “hevkarîkirin digel yek ji Partiyên Kurdî yên dijberî hikûmeta Îranê”, bi 2 sal girtîgeha te`izîrî hatibû cezadan û heyama cezaya xwe li girtîgeha bajarê Seqizê derbaskiribû.

Heya dema belavbûna wê nûçeyê, ji sedema binçavkirin û tohmeta ku bi ser wan  du welatiyan de hatine sepandin ti zanyariyek li ber dest nîne.