Du welatî li bajarê Mihabadê bi danîna barimteyê hatine azadkirin

16:36 - 8 Kanûna Paşîn 2022

Di heyama çend rojên derbasbûyî de, du welatiyên Kurd ên bi navên “Luqman Mewlanî”, temen 40 salî û “Xeman Ehmadî”, temen 38 salî, xelkê gundê “Beytas”ê û rûniştiyê bajarê Mihabadê, bi danîna barimteyê ji girtîgeha wî bajarî hatine azadkirin.

Ew du welatiye her yek ji wan bi barimteya 150 milyon Tumenî bi awayek demkî heta dema dadgehî kirinê ji girtîgeha bajarê Mihabadê hatine azadkirin.

Navbiriyan piştî bi dawîhatina lêpirsînê li yek ji girtîgehên ewlehî li bajarê Urmiyê bo girtîgeha bajarê Mihabadê hatibûne veguhastin.

Roja Sêşemî 16ê Sermawezê, “Luqman Mewlanî” bi bê hebûna ti belgeyek yasayî ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû binçavkirin û roja Pêncşemî 18ê Sermawezê, bo lêpirsînê bo yek ji girtîgehên ewlehî li bajarê Urmiyê hatibû veguhastin.

Herwisa roja Yekşemî 14ê Sermawezê, hêzên ewlehî, bi bê hebûna ti belgeyek yasayî “Xeman Ehmadî” binçav kirinbûn û navbirî bo yek ji girtîgehên ewlehî li bajarê Urmiyê veguhastibûn.

Ew du welatiyane xîzandar û “Xeman Ehmadî” bavê du zarokan e.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, ji sedema binçavkirin û tohmeta ku bi ser wan du welatiyên Kurd de hatine sepandin, ti zaniyariyek li ber dest nîne.