Du welatî bo cîbecîkirina cezayên wan bo girtîgehê hatine veguhastin

18:06 - 21 Tebax 2021

Roja Dûşemî 25`ê Gelawêjê, du welatiyên Kurd ên bi navên “Sîrwan Erxewanî”, kurê Xudakerem, “Ferzad Sadiqiyan”, kurê “Hebîb” û xelkê gundê “Tengîser”ê ser bi bajarê Sineyê, bo cîbecîkirina cezayên wan bo girtîgeha wî bajarî hatine veguhastin.

Ew du welatiye li meha Gelawêja sala 1398an, piştî gazkirin bo îdareya Îtla`ata bajarê Sineyê hatine binçavkirin û 40 rojan di girtîgeha wî îdareyê de ragirtibûn û li heyama binçavkirina wan de li “çavpêkevtin digel malabata xwe û destpiraghîştin bi parêzer” hatibûne bêparkirin.

Herwisa piştî bi dawîhatina lipêrsînê ew du welatî bo girtîgeha navendî ya bajarê Sineyê veguhastibûn û piştre bi danîna barimteyê bi awayeke demkî heya dema dadgehîkirina wan hatibûne azadkirin.

“Sîrwan û Ferzad”, di dawiyê de ji aliyê dadgeha şoreş a bajarê Sineyê ve, bi tohmeta “piropagende bo berjewendiya yek ji Partiyên Kurd ên dijberê hikûmeta Îranê”, her yek ji wan bi 1 sal girtîgeha te`izîrî hatine cezakirin û piştre ew cezaye li dadgeha pêdaçûyînê de bo her yek ji wan, bo 6 meh girtîgeha te`izîrî hatibû kêmkirin.

“Sîrwan Erxewanî”, birwanameya Endazyariya damezraweyan heye.