Du welatî bi danîna barimteyê ji girtîgeha Nexedeyê hatine azadkirin

18:09 - 5 Tebax 2021

Roja Sêşemî 12`ê Gelawêjê, du welatiyên Kurd ên bi navên “Bextiyar Tûrbalagîr” û “Muxtar Tûrbalagîr”, kurên Mihyedîn û xelkê bajarê Nexedeyê, bi danîna barimteyê ji girtîgeha wî bajarî hatine azadkirin. 

Ew du welatiye, bi danîna barimteyê bi awayê demkî heya dema dadgekîkirina wan ji girtîgeha bajarê Nexerdeyê hatine azadkirin.

Ew du welatiyane li meha Cozerdana îsal, bi bê hebûna ti belgeyeke yasayî ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibûne binçavkirin. 

Ew du welatiye bo lipêrsînê bo yek ji girtîgehên ewlehî yên bajarê Urmiyê veguhastibûn û piştî bi dawîhatina heyama lipêrsînê bo girtîgeha bajarê Nexedeyê hatibûne veguhastin.

Heya dema belavbûna wê nûçeyê, ji sedema binçavkirin û tohmeta ku bi ser wan du welatiyan de hatiye sepandin ti zanyariyek li ber dest de nîne.