Du penaxwazên xelkê bajarê “Merîwan”ê di avên “Yûnan”ê de xendiqîn

16:43 - 14 Kanûna Paşîn 2022

Roja Pêncşemê 23ê Befranarê “Celîl Rewangerd” û “Sumeye Camxne” 2 penaberên xelkên bajarê “Merîwan”ê di avên “Yûnan”ê de xendiqîn.

Ew 2 welatî hevjîn bûne, û bi armanca çûna bo Ewrûpa di nava avên “Yûnan”ê de rastî wê bûyerê hatin.

Ew hevjînên “Merîwanî” sala derbasbûyî, welatê xwe bi cî hêlan û bo heyamekî kêm li welatê “Turkiyê” bûn, û piştre ber bi welatê “Yûnan”ê çûn.

Her di wê derheqê de roja Duşemî 1ê Sermawezê penaberekî Kurd yê bi navê “Bextiyar Mûsazade” temen 25ê salî, kurê “Enwer” xelkê bajarê “Selasa Bavecanî” li welatê “Bêlarûs”ê sirêbiribû, û canê xwe ji dast dabû.

Herwisa meha Gelawêja îsal “Monîre Heyderî” keça “Serdar” temen 37 salî xelkê gundê “Zeroyî” a ser bi bjarê “Pawe”yê bi armanca çûn bo “Îngilîs”ê di nava avên “Yûnan”ê de xendiqî bû.