Du Mamosta Li Bajarê Heveyzê Hatin Girtin

13:39 - 7 Nîsan 2013
Ajansa Kurdpa: Hêzên Îttlatî yên Komara Îslamiya Îranê 2 kes ji Mamostayên Xwendingehên Navendî yên bajarê “Heveyze”li parêzgeha Xuzistanê binçav kirin.

Li gor rapora ajansa nûçegihaniya kurdpa: Di dawiya heftiya bihurî de 2 kes ji mamostayên Xwendingeha navendî a bajarê “Heveyze”bi nave “Mihemed Mermezî”û “Nacî Xabiş”ji aliyê hêzên ewlekariyê yên dewleta Îranê hatin girtin.

\"11869.jpg\"
Mihemed Mermezî teman 35 salî û kurê Emar, xwediyê bavernameya karnasiya Wêjeya Erebî û xelkê bajarê Heveyze û her wisa “Nacî Xabiş”temen 30 salî û xelkê gundê “Malikiye”a ser bi Susengirdê ye.

Ji aliyek din “Kerîm Dehîmî”çalakê Mafê Mirov ê Ereb bilav kir ku di wan dawiyane de pitir ji 170 kes, li bajarên Erebistana Îranê wek: Ehwaz,Xurem Şar û herêmên din yên Ereb Akincî hatine girtin.

Girtin û binçavkirina welatiyên han tevî nêzîk bûn bi 8’mîn salroja nerizayiyên berbilav yên Erebên Îranê hatine kirin.