Du Kolberên Kurd yên xelkê bajarê “Selasa Bawecanî” li sînorê “Newsûd”ê hatin birîndarkirin
                    
                    18:19 - 29 Hezîran 2022
                
            
            Roja Sêşemî 7ê Pûşperê, du Kolberên Kurd yên bi navên “Omer Ebdî” û “Osman Ehmedî” xelkê bajarê “Selasa Bawecanî” bi sedema teqeya rasterast a hêzên leşkerî yên hikûmetê li sînorê “Newsûd”ê hatin birîndarkirin.
Hêzên leşkerî di mewdayek kin de bi bê agehdarkirina berê teqe ji wan kirine.
Di vê bûyerê de “Omer Ebdî” lingê wî û “Osman Ehmedî” jî, destê wî bi dijwarî birîndar bûne.
Ew du kolberên Kurd xêzandar in, û bo çareseriyên pizîşkî bo nexweşxaneya “Qudis” a bajarê “Pawê” hatine veguhastin.