Du kolberên Kurd li sînorên “Sertezên û Newsûd”ê hatin birîndarkirin

17:28 - 25 Hezîran 2022

Roja Pêncşemî 2ê Pûşperê, kolberek Kurd yê bi navê “Keywan Emanî” xelkê gundê “Hacî Memedanî” yê girêdayî bajarê “Seqiz”ê li sînorê “Sertezên” ê bajarê “Banê” hate birîndarkirin.

Ew kolberê Kurd bi sedema teqeya rasterast a hêzên leşkerî li ser sînorê “Sertezên” hatiye birîndarkirin.

Di wê bûyerê de çav û milê “Keywan Emanî” birîndar bûne û navbirî bo çareseriya pizîşkî bo nexweşxaneya “Selahedîn” a bajarê “Bane”yê hatiye veguhastin.

Çavkaniyek agehdar bi “Kurdpa”yê re ragihandiye: “Piştî veguhastina wî kolberê Kurd bo nexweşxaneyê, hejmarek zêde ji hêzên leşkerî rijiyabûne di nava nexweşxanê de.”

Ji aliyek din ve roja Înê 3ê Pûşperê, kolberek din yê xelkê “Riwanser”ê yê bi navê “Sîrwan Ehmedî” temen 28 salî, li ser sînorê “Newsûd”ê bi sedema teqeya hêzên leşkerî yên hukûmeta Îranê hat birîndarkirin û bo çareseriya pizîşîkî bo nexweşxaneya “Qudis” a bajarê  “Pawê” hatibû veguhastin.