Du kolberên Kurd li sînorê Newsûdê hatin birîndarkirin û kuştin

17:28 - 25 Îlon 2022

Roja Yekşemî 3`ê Rezberê, du kolberên Kurd yên bi navên Ehmed Yûsifî û Muxitar Mîrveysî, xelkê bajaroka Selasa Bawecanî, bi sebeba teqeya rasterast ya hêzên hikûmetî li ser sînorê Newsûdê birîndar bûn û mixabin Muxtar Mîrveysî bi sedema kûrahiya birînan canê xwe ji dest da.

Hêzên leşkerî yên hikûmetê bi bê agehdarkirina berê teqe ji wan herdu kolberên Kurd kirine.

Muxtar Mîrveysî xêzandar e û xwediyê du zarokan e.

Her di vê pêwendiyê de, roja Çarşemî 31`ê Xermananê, kolberek din yê Kurd yê bi navê Kerîm Esmanî, temen 47 salî û kurê Şerîf yê xelkê gundê Necine ya xwarê ya ser bi bajarê Baneyê , bi sebeba teqeya rasterast ya hêzên leşkerî yên hikûmetî li sînorê Hengejale ya wî bajarî canê xwe ji dest dabû.

Herwisa roja Sêşemî 29`ê Xermananê, kolberek din yê Kurd yê bi navê Beha`edîn Ehmedpûr, temen 33 salî û kurê Xerîb yê xelkê gundê Hac Ebdul a ser bi bajarê Seqizê jî, bi sebeba teqeya rasterast ya hêzên hikûmetî li sînorê bajarê Baneyê canê xwe ji dest dabû.