Du Kolberên Kurd li sînorê bajarê Banê hatin kuştin û birîndarkirin

18:22 - 24 Tîrmeh (Temûz) 2022

Roja Şemî 1ê Gelawêjê, Kolberekî Kurd yê bi navê “Se`dulla Yûnisî” bi sedema teqeya hêzên leşkerî yên hikûmeta Îranê li sînorê bajarê Banê canê xwe ji dest da û Kolberek din yê bi navê “Elî Yûnisî” bi dijwarî hatiye birîndarkirin.

Hêzên leşkerî yên hikûmeta Îranê ew du Kolberên Kurd ku bira bûne bi bê agehdarkirina berê li sînorê “Malte û Gillesûre” yê girêdayî bajarê “Banê” dane ber gulleyan.

 “Se`dulla Yûnsî” bi sedema kûrahiya birînan canê xwe ji dest da û “Elî Yûnsî” ku di vê bûyerê de lingê wî birîndar bûye, li nexweşxaneya “Selahedînê Eyûbî” a bajarê “Banê” di bin çavedêriya  pizîşkî de ye.

 “Se`dulla Yûnsî” xêzandar û “Elî Yûnisî” soba ye.

Ew Kolberên Kurd kurê Husên û xelkê gundê “Gillesûre” yê girêdayî bajarê “Banê”yê ne.