Du Kolberên Kurd li ser sînorên Pîranşar û Serdeştê hatine birîndarkirin

16:52 - 27 Çirriya paşîn 2019

Ajansa Kurdpa: Du kolberên Kurd bi sedema gullereşandina rasteras a hêzên leşkerî yên hikûmetê, li ser sînorê bajarê Serdeşt û Pîranşarê, hatine birîndarkirin û ew bo navendên pizîşkî hatine veguhastin.

Pêka rapora ku gihîştiye Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, roja Sêşemî, 5`ê Sermawezê, çend kolberên Kurd li ser sînorê bajarê Serdeştê, rastî boseya hêzên Spaha Pasdaran hatin, û bi sedema gullereşandina rasteras a wan hêzan, kolberek bi navê “Hesen Salihpûr” bi dijwarî birîndar bû.

Ew kolberê kurd di wê bûyerê de pêyekî wî birîndar bûye û bo çareserkirina pizîşkî, bo navenda pizîşkî ya bajarê Serdeştê hate veguhastin.

Her di vê derheqê de, di heyama çend rojên derbasbûyî de, Kolberekî xelkê bajarê Pîranşarê bi navê “Teha Reşîdzade”, bi sedema gullereşandina hêzên leşkerî ên hikûmetê, li ser sînorê wî bajarî hatibû birîndarkirin.

Ew Kolberê Kurd bo çareseriya pizîşkî, bo navenda pizîşkî ya bajarê Urmiyê hatibû veguhastin.