Du Kolberên Kurd li ser Sînorê Qotor a Bajarê Xoyê hatine birîndarkirin

11:06 - 31 Kanûna Paşîn 2020

Roja Yekşemî, 6`ê Rêbendanê, 2 Kolberên Kurd bi navên “Elî Hadîzade”, 22 salî, kurê “Bişar” û herwisa “Husên Hadîzade”, 29 salî, kurê “Cemîl”, rastî gullereşandina hêzên artêşa Tirkiyê hatin û di encam de, bi dijwarî birîndar bûne.

Ew 2 Kolberên Kurd, xelkê gundê “Gîweran” a girêdayê dervera Qotor in.

Di wê bûyerê de, serê “Husên” bi gulleyên arteşa Tirkiyê biîndar bûye û herwisa, pişta “Elî” jî ber 2 gulleyan ketiye.

Ew 2 kolberên Kurd, niha di nexewşnaxa bajarê Van a Bakurê Kurdistanê de ne û rewşa tenduristiya wan ne başe.