Du kolberên Kurd li ser sînorê Newsûdê hatin birîndarkirin

18:01 - 31 Gulan 2022

Şeva Duşemî 9`ê Cozerdanê, hêzên leşkerî yên hikûmeta Îranê teqe ji hejmarek kolberan kirin û her bi vê sedemê jî, du kolberên Kurd bi awayekî dijwar birîndar bûn.

Nûçegihaniya “Kurdpa”yê nasnameya wan du kolberan, “Umer Ye`iqûbî û Celal Meruwetî” xelkê gundê “Kilaşîbaxan”a girêdayî bajarê Ciwanroyê ragihandiye.

Çavkaniya agehdar ya Nûçegihaniya “Kurdpa”yê ragihandiye: “Hêzên leşkerî ji pişt ve teqe ji wan kolberan kirin e”.

Ev cara duyeme ku“Umer Ye`iqûbî” bi sedema teqeya hêzên leşkerî yên hikûmetê li ser sînorê Newsûdê birîndar dibe.

Herwisa çavkaniya agehdar a “Kurdpa”yê ragihandiye: “Umer Ye`iqûbî” bona tedawiyên pizîşkî bo nexweşxaneya bajarê Kirmaşanê hatiye veguhastin.