Du kolberên Kurd li ser sînorê Newsûdê hatin birîndarkirin

18:33 - 3 Gulan 2022

Sibêdeha roja Yekşemî 11`ê Banemerê, du kolberên Kurd ên bi navên “Umîd Hebîbî” temen 27 salî û “Zanko Xusrewî” temen 19 salî, xelkê bajarê Rewanserê bi sedema teqeya rasterast a hêzên leşkerî yên hikûmetê li ser sînorê Newsûdê hatin birîndarkirin.

Hêzên leşkerî yên hikûmetê bi bê agehdarkirina berê û ji mewdayeke nêzîk ve ew du kolberên Kurd dane ber teqeya rasterast a gulleyên xwe

Ew du kolber,  ji aliyê ling û çokên xwe ve bi awayek dijwar birîndar bûne û bona tedawiyên pizîşkî bo nexweşxaneya bajarê Pawe hatine veguhastin.

Li gor amara hatî tomarkirî ji navenda amarî ya “Kurdpa” yê, ji destpêka meha Gulana sala 2021`an a zayînî,  heta destpêka  vê mehê li sala 2022`an de, 251 kolber bi sedema teqeya rasterast a hêzên leşkerî ên hikûmeta Îranê, li ser sînorê Kurdistanê hatine kuştin û birîndarkirin.